Hezîran 03, 2021 11:38 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Endamên Peymana Navokî û amerîkî divê biryarên xwe yên dijwar bidin

Serokê taxima gotûbêjker a Îranê got: Endamên Peymana Navokî û amerîkî divê biryarên xwe yên dijwar bidin.

Seyid Ebas Iraqçî, Serokê taxima gotûbêjker a Îranê êvara Çarşemiyê piştî bidawîhatina dora pêncem a gotûbêjên Komîsiyona hevpar a Peymana Navokî li Viyenê, bi gotina vê yekê ku dora din a gotûbêjan dikare dora dawiyê be, got: Şêwaza vegeriyana amerîkiyan bo Peymana Navokî û ceribandina rastiyan û piştî wê vegeriyana Îranê ser sozên xwe, divê bi awayekî ku du aliyan li ser li hev kirin û berjewendiyn Îranê dabîn bike, cih were.

Iraqçî got: Nivîsên têkildarî beşên cûrbicûr ên gotûbêjan hatine nivîsîn, lê hîn heta lihevkirina dawîn navbir heye.

Civîna Komîsiyona hevpar a Peymana Navokî êvara Çarşemiyê li gorî dema Têhranê bi beşdariya nûnerên Îranê û Koma 4+1ê li Viyenê hat lidarxistin.

 

 

Serepeyv