Sê torên sîxoriyê li bakurê rojavayê Îranê hatin jinavbirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326447-sê_torên_sîxoriyê_li_bakurê_rojavayê_Îranê_hatin_jinavbirin
Rêveberê giştî yê Itilaat'ê ya parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê got: Sê torên sîxoriyê di heyama 58 rojan da li vê parêzgeha bakurê rojavayê Îranê hatin naskirin û endamên wan hatin girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2021 06:42 Asia/Tehran
  • Sê torên sîxoriyê li bakurê rojavayê Îranê hatin jinavbirin

Rêveberê giştî yê Itilaat'ê ya parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê got: Sê torên sîxoriyê di heyama 58 rojan da li vê parêzgeha bakurê rojavayê Îranê hatin naskirin û endamên wan hatin girtin.

Li gorî rapora IRNAyê, Rêveberê giştî yê Itilaat'ê ya parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê Çarşemiyê bi şev di pêncemîn civîna digel medyakaran li Ûrmiyê got: Ewlehiya gel, hêla sor a hêzên ewlehiyê yên Îranê ye ku bi vê armancê û di şopandina şev û rojî ya pêkhatî di 58 rojên borî da, endamên sê torên sîxoriyê ku jibo derbelêdana li KOmara Îslamî û ne-ewlehkirina Îranê derbasî nav welêt bûbûn, hatin naskirin û jinavbirin.

 

Wî her wiha got: Her wiha sê tîmên têrorîstî yên DAIŞî û selefî jî ku jibo xerabkariyê derbasî nav welêt bûbûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê va hatin girtin û jinavbirin.