Sûperkompiyutera Sîmorxê li zanîngeha Emîrkebîra Îranê hat nimandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326351-sûperkompiyutera_sîmorxê_li_zanîngeha_emîrkebîra_Îranê_hat_nimandin
Sûperkompiyutera Sîmorxê bi kapasîteya nîv têraflopsê (Teraflops) li zanîngeha pîşeyî ya Emîrkebîrê hat nimandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2021 06:35 Asia/Tehran
  • Sûperkompiyutera Sîmorxê li zanîngeha Emîrkebîra Îranê hat nimandin

Sûperkompiyutera Sîmorxê bi kapasîteya nîv têraflopsê (Teraflops) li zanîngeha pîşeyî ya Emîrkebîrê hat nimandin.

Flops yekîneya pîvandina leza prosseskirina dane û lêzanînan ji aliyê Kompiyuterê va ye.

Wehîd Yezdaniyan Serokê Lêkolîngeha Têkilî û Teknolojiya Lêzanînan a Îranê got: Kapasîteya vê sûperkompiyuterê nîv têraflopsê (Teraflops) ye ku dikare xizzmetên proseskirinê jibo sazî û navendên lêkolînî yên cûrbecûr raber bike.

Wî got ku me projeya Sûperkompiyutera Sîmorxê ji sal û nîvekê beriya niha va dest pê kir û wiha pê da çû: Zanîngeha pîşeyî ya Emîrkebîrê ji 10 salan berê va tecrubeyeka serketî di warê dîzayn û çêkirina sûperkompiyuterê hebûye.