Sibê Pêncşemê li Îranê eyda Fitrê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326273-sibê_pêncşemê_li_Îranê_eyda_fitrê_ye
Nivîsgeha Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê ragihand ku sibê Pêncşemê, 13ê Gulana 2021, roja yekem a meha Shaewal û Roja eyda Fitrê (Remezanê) ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2021 18:38 Asia/Tehran
  • Sibê Pêncşemê li Îranê eyda Fitrê ye

Nivîsgeha Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê ragihand ku sibê Pêncşemê, 13ê Gulana 2021, roja yekem a meha Shaewal û Roja eyda Fitrê (Remezanê) ye.

IRNAyê îşev ji zarê daxuyaniya Nivîsgeha Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî ragihand ku Sibê Eyda Remezanê ye.

Di vê daxuyaniyê de hatiye ragihandin: Bi hêviya qebûlbûna ebadet û dua û rojiya gelê mumin û hêja di meha pîroz a Remezanê de tê ragihandin li gor raporên ku ji aliyên komên wezîfedar ên şopandina heyva şeva yekem a Şewalê  gihêştine ber destan, ji Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî re piştrast bûye ku heyva şeva yekem a meha Şewalê hatiye dîtin, loma tê ragihandin ku sibê Pêncşemê yekê meha Şewala 1442 Koçiya Heyvî eyda bi xêr û bereket a Remezanê ye .