Zerîf: Kiryarên cinayetkarane yên Rejîma Siyonîst zêde bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326262-zerîf_kiryarên_cinayetkarane_yên_rejîma_siyonîst_zêde_bûne
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf dema gihêşte Sûriyê got: Kiryarên cinayetkarane yên Rejîma Siyonîst zêde bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2021 10:47 Asia/Tehran
  • Zerîf: Kiryarên cinayetkarane yên Rejîma Siyonîst zêde bûne

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf dema gihêşte Sûriyê got: Kiryarên cinayetkarane yên Rejîma Siyonîst zêde bûne.

Li gor IRNAyê Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê îro dema ku gihêşte Şamê paytexta Sûriyê got: Kiryarên cinayetkarane yên Rejîma Siyonîst ji Roja Cîhanî ya Qudsê şûnda zêde û berfireh bûne.

Zerîf got: Rewşên me yên pir taybetî hene û biryar bû min di bereberê Hilbijartinan li Sûriyê de serdana vî welatî bikira û bi rayedarê Şûrî re ser vê bûyera girîng biaxivta.

Zerîf herwiha got: Sûriye wekî welatekî pêşeng di  warê berxwedanê de xwediyê roleke pir girîng e.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Gotûbêjên wî bi rayedarên sûrî re dê li ser hilbijartinên Sûriyê û piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji hukûmet û gelên Sûriyê û riya ji nû ve avakirina welat û şer û xebata dijî terorê bibin.

Zerîf destnîşan kir ku dê ser rewşa Filistîna dagirkirî bi Serokomar Beşar Esed û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Meqdad û her weha karbidestên din yên Sûrî û nûnerên komên berxwedanê yên Filistînê re gotûbêj bike.