Berdewamiya muzakireyên şandeya îranî û koma 4 + 1 li Viyenayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i325644-berdewamiya_muzakireyên_şandeya_îranî_û_koma_4_1_li_viyenayê
Şêwirmîn û muzakireyên di navbera tîma muzakereyê yên Îranê û endamên Koma 4 + 1 (Almanya, Fransa, Brîtanya, Çîn û Rûsya) û Yekîtiya Ewropî de hîn jî li Viyenayê berdewam dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2021 16:48 Asia/Tehran
  • Berdewamiya muzakireyên şandeya îranî û koma 4 + 1 li Viyenayê

Şêwirmîn û muzakireyên di navbera tîma muzakereyê yên Îranê û endamên Koma 4 + 1 (Almanya, Fransa, Brîtanya, Çîn û Rûsya) û Yekîtiya Ewropî de hîn jî li Viyenayê berdewam dikin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, li Viyanayê şêwirmendî di navbera şandeya îranî û koma 4 + 1 de berdewam in, û îro biryar e ku danûstandinên teknîkî bi du alî û pir alî li ser astên cihê di navbera aliyan de berdewam bikin.

Piştî civîna Komîsyona Hevbeş a duh (Pêncşem), biryar hat dayîn ku di civînên pisporî û teknîkî de li du warên rakirina dorpêçan û pirsgirêkên navokî gotûbêjên teknîkî berdewam bikin. Encamên civînên van her du komên pispor dê ji Komîsyona Hevpar re bêne eşkere kirin.

Ji Sêşemê ve, Seyd Ebas Iraqçî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê û Serokê Tîma Danûstandinên Îranê, bi serokên şandên Çînî û Rûsî re û her weha Enrique Mora, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Servîsa Karûbarê Derve ya YE re civiya.