Pîrozbahiya Rûhanî bi boneya destpêbûna meha pîroz a Remezanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i325581-pîrozbahiya_rûhanî_bi_boneya_destpêbûna_meha_pîroz_a_remezanê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamên cuda bo serokên welatên îslamî destpêbûna meha pîroz a Remezanê li wan pîroz kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2021 20:26 Asia/Tehran
  • Pîrozbahiya Rûhanî bi boneya destpêbûna meha pîroz a Remezanê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamên cuda bo serokên welatên îslamî destpêbûna meha pîroz a Remezanê li wan pîroz kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê bi peyamekê bo serokên welatên îslamî tevî pîrozkirina destpêbûna meha pîroz a Remezanê, ragihand: Ez hêvîdar im bi xêr û rehmeta berfireh a Xwedê di vê meha ronî da, misilmanên cîhanê bi palpiştiya zanist û baweriya zanyarên xwe yên sozdar bikarin li kêleka welatên din ên cîhanê riya kontrola vîrûsa xeternak a Koronayê xweş bikin û navê xwe û îslamê di vî warî da jî bi başî tomar bikin û bibin sebeba vegeriyana pêvajoya normal a jiyanê.

Rûhanî ragihand: Ez hêvîdar im misilmanên cîhanê nemaze serokên welatên îslamî bi xêra vê meha ronî bi hevdilî û yekîtiya zêdetir, rewşê jibo pêşketin û bilindbûna îslamê li seranserî cîhanê zêdetir ji berê xweş bikin.

Îro Çarşemî yekemîn roja meha pîroz a Remezanê ye.