Iraqçî qala destpêbûna zengînkirina 60% a Uraniyûmê li Îranê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i325578-iraqçî_qala_destpêbûna_zengînkirina_60_a_uraniyûmê_li_Îranê_kir
Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê qala destpêbûna zengînkirina 60% a Uraniyûmê li Îranê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2021 14:05 Asia/Tehran
  • Iraqçî qala destpêbûna zengînkirina 60% a Uraniyûmê li Îranê kir

Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê qala destpêbûna zengînkirina 60% a Uraniyûmê li Îranê kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Seyid Ebas Iraqçî. Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê û gotûbêjkerê payebilind ê navokî yê Îranê ku jibo beşdariya di civîna Komîsiyona hevpar a Peymana Navokî bi amadebûna Îranê û Koma 4+1ê li Viyenê ye, roja Sêşemiyê qala destpêbûna zengînkirina 60% a Uraniyûmê li Îranê kir.

Iraqçî got: Îranê îro bi nameyekê bo rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ragihandiye ku dê zengînkirina 60% a Uraniyûmê dest pê dike.