Zerîf: Pêşengiya Îranê cînarên wê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i325457-zerîf_pêşengiya_Îranê_cînarên_wê_ye
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, bi bisûd û feyde nasandina hevdîtinên xwe digel karbidestên Qazaxistanê di sefera xwe ya herêmî bo Asyaya Navîn de, pêşengiya Îranê cînarên wê dan zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 08, 2021 09:13 Asia/Tehran
  • Zerîf: Pêşengiya Îranê cînarên wê ye

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, bi bisûd û feyde nasandina hevdîtinên xwe digel karbidestên Qazaxistanê di sefera xwe ya herêmî bo Asyaya Navîn de, pêşengiya Îranê cînarên wê dan zanîn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, "Mihemed Cewad Zerîf", di peyama ku li ser rûpela xwe ya Twitterê de weşandiye nivîsiye: Li Qazaxistanê, di sêyemîn hedefa civînên dîplomatîk de, bi Serokê Komara Kazakistanê, Qasim Comert Tokayêv, û Wezîrê Karên Derve, Muxtar Tîloberdî re, hevdîtinên girîng û berhemdar hatin kirin.

Zerîf destnîşan kir ku her du welat di warê aramiya herêmî û bêçekkirina nukleerê ya li cîhanê de gelek armanc hene.

Serdana Mihemed Cewad Zerîf a çar welatên Asyaya Navîn, Uzbekistan, Qirqizistan, Qazaxistan û Turkmenistan, roja Duşemiya vê hefteyê dest pê kir.