Heta îro 4ê Nîsana 2021ê - Derdora miliyonek û 650 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Nîsan 04, 2021 14:27 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 932 hezar û 74 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 650 hezar û 569 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 11660 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 932 hezar û 74 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 161 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 63 hezar û 160 kesî kesî."
https://kurmanci.sahartv.ir/news/%C3%8Eran-i325337