Rûhanî: Sala 1400î dê sala kontrolkirina Korona û boykotan be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324979-rûhanî_sala_1400î_dê_sala_kontrolkirina_korona_û_boykotan_be
Serokê Komara Îslamî ya Îranê sala 1400î ku destpêka sedsala nû ye, wek sala bereberê kontrolkirina Koronayê û serketina bihêz a gelê Îranê li hemberî boykotên zalimane da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2021 09:45 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Sala 1400î dê sala kontrolkirina Korona û boykotan be

Serokê Komara Îslamî ya Îranê sala 1400î ku destpêka sedsala nû ye, wek sala bereberê kontrolkirina Koronayê û serketina bihêz a gelê Îranê li hemberî boykotên zalimane da zanîn.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di axadftina xwe piştî dawîn civîna desteya dewletê da hêvîdarî kir: Gelê mezin ê Îranê ku di hemî qada bi berxwedan û yekîtiyê serketinên ron mezin bi dest xist, sala din jî dê serketinên zehf û mezin bi dest xine.

Rûhanî bi gotina vêya ku em hêvîdar in sala 1400î vaksînên îranî yên Coviran Barekat, Razî û Fexra bikevin ber destê gel, destnîşan kir: Sala tê teqez dê saleke baştir di kontrolkirina nexweşiya Koronayê be û gişt divê alîkariya hev bikin û şêwaznameyan cih bînin.