Sibat 25, 2021 16:29 Asia/Tehran
  • Plana hevpar a Amerîka û Rejîma Siyonîstî ya rûbirûbûna bi Îranê re

Dezgeheke ragihandinê ya Amerîkî îdia kir ku Amerîka û Rejîma Siyonîstî ji ber nerînên cûda yên di derheqê Rêkeftina Navokî de dixwazin li dijî Îranê komek xebatê ya hevpar ava bikin.

Malpera nûçeyan a Amerîkî Axius îdia kir ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu di derbarê Rêkeftina Navokî de nêrînên cûda hene û dixwazin komek xebatê ya hevpar biafirînin da ku siyasetên her du aliyan li hember Îranê hevaheng bike.

Di vê navberê de, Komara Îslamî ya Îranê û komên berxwedêr xwedî roleke sereke ne ku li dijî komplo û kiryarên Amerîka-Siyonîst ên li herêmê derkevin.

Serokomarê berê yê Anerîkayê Donald Trump, piştî ku ji Rêkeftina Navokî ya bi Îranê re derket, ji bilî vegerandina sizayên di bin Rêkeftina Navokî de sepandin û li gor zexta herî zêde ser Îranê cezayên nû li ser vî welatî da sepamdin û siyasetên provokatîf ên wekî terorkirina Serdar Qasim Sulêmanî, fermandarê berê ya Hêza Quds a Sipahê Psdarên Inqilaba Îslamî, girte ber xwe .

Teoriya Trump ev bû ku ev siyaset dikare Komara Îslamî ya Îranê neçar bike ku li şûna Rêkeftina Navokî danûstendinek nû bike.

Rêveberiya nû ya Amerîkayê bi serokatiya Joe Biden, bi têkçûna siyaseta zexta herî zêde ya Trump îtiraf kir û got ku ew dixwaze Amerîkayê vegerîne nav Rêkeftina Navokî ya bi Îranê re .

Serepeyv