Xetîbzade: Tu yek ji kedkarên Konsûlxaneya Îranê li Tirkiyê nehatiye girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324030-xetîbzade_tu_yek_ji_kedkarên_konsûlxaneya_Îranê_li_tirkiyê_nehatiye_girtin
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî babeta weşandî di medyayeke Tirkiyê û hilêxistina hin îdiayan destnîşan kir ku tu yek ji kedkarên Konsûlxaneya Îranê li Stenbolê nehatiye girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2021 05:18 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Tu yek ji kedkarên Konsûlxaneya Îranê li Tirkiyê nehatiye girtin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî babeta weşandî di medyayeke Tirkiyê û hilêxistina hin îdiayan destnîşan kir ku tu yek ji kedkarên Konsûlxaneya Îranê li Stenbolê nehatiye girtin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Babetên hilêxistî tam bêbingeh û li gorî tawanên pûç in.

Xetîbzade her wiha got: Tu yek ji kedkarên Konsûlxaneya Îranê li Stenbolê ji dûr û nêzik va mijûlî çalakiyên îdiakirî yên vê medyayê nebûne û nînin, her wiha tu yek ji kedkarên Konsûlxaneya Îranê nehatiye girtin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Em jibo şopandina mijara qewimî û ronkirina berûlayên wê bi riya kanalên fermî di têkiliya digel rayedarên Tirkiyê da ne.