Reîsî: Baweriya li Amerîkayê karekî şaş û çewt e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324018-reîsî_baweriya_li_amerîkayê_karekî_şaş_û_çewt_e
Serokê Dezgeha Dadweriya Îranê got: "Dîrokê nîşan daye ku bawerî li Amerîkîyan çewt e."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 11, 2021 18:42 Asia/Tehran
  • Reîsî: Baweriya li Amerîkayê karekî şaş û çewt e

Serokê Dezgeha Dadweriya Îranê got: "Dîrokê nîşan daye ku bawerî li Amerîkîyan çewt e."

Serokê Dezgeha Dadweriya Îranê hucet-ul-îslam wel-muslimîn seyd Îbrahîm Reîsî îro li hevdîtina Huşyar Zêbarî şandiyê serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî li Bexdayê desnîşan kir ku parastina ewlehî, aramî û îstiqrara Herêma Kurdistanê ji Komara Îslamî ya Îranê re pir girîng e û Komara Îslamî ya Îranê hebûna Amerîka li navçê sebeba alozî û bê ewlehî û nearamiyî ji bo gelên navçê dizane.

Serokê Dezgeha Dadweriya Îranê tekez kir: "Kurdistana Iraqê xwedan dîrok, şaristanî, wêje û urfên dewlemend e, û nabe ku çand û şêwaza jiyana Rojavayî serweriya çand û urfên weha dewlemend bike."

Huşyar Zêbarî şandiyê serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî jî di vê hevdîtinê de fukereke hevbeş a herdu aliyan şerê li dijî terorîstên DAIŞê da zanîn û got: Em ti carî hewlên Komara Îslamî ya Îranê ya ji bo rûbirûbûn û tunekirina DAIŞê li navçê ji bîr nakin.

Huşyar Zêbarî her wiha amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina zagona radestkirina tawankaran di navbera herêma Kurdistana Iraqê û Îranê de ragihand.