Despêbûna Tetbîqata leşkerî ya Pêxemberê Ezem (S) ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324017-despêbûna_tetbîqata_leşkerî_ya_pêxemberê_ezem_(s)_ya_sipahê_pasdarên_inqilaba_Îslamî
Hêzên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê hevdemê despêbûna 43 saliya Inqilaba Îslamî, îro Tetbîqata leşkerî ya Pêxemberê Ezem (S)-16 li nêzîkiya sînor başûrê rojavayê Îranê destpê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 11, 2021 18:19 Asia/Tehran
  • Despêbûna Tetbîqata leşkerî ya Pêxemberê Ezem (S) ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî

Hêzên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê hevdemê despêbûna 43 saliya Inqilaba Îslamî, îro Tetbîqata leşkerî ya Pêxemberê Ezem (S)-16 li nêzîkiya sînor başûrê rojavayê Îranê destpê kir.

Serdar Muhemed Pakpûr fermandeyê Hêza Bejahî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî got: Manovr û Tetbîqata leşkerî ya Pêxemberê Ezem (S)-16 bi armanca nirxandina pratîk û meydanî ya destkevtî, şiyan û potansiyelên nû yên di warê operasiyonê de û cerbandin û nirxandina karîn amûrê û sîlahên berevanî û şervaniyê yên Sipahê Pasdaran li dar ket û di vê tetdbîqatê de yekîneyên curbicur ên balafirên bêpîlot, veguhestina hewayî, hêza zirîhdar û komando û hêzên taybetî topxanê beşdar in.

Fermandarê hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî herwiha got: "Ji bilî berpirsiyarîyên cidî yên ewlehî yên bakurê rojava, rojava, başûrê rojhilat û rojhilata Îranê, hêzên bejayî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bi tevahî amade ne ku rûbirûyê her gefek gengaz bibin "

Tê payîn ku di tetbîqatan de balafirên bêmirov û helîkopter bi avayekî berfire werin bikaranîn.