IAEA: Îran dest bi hilberîna metal uranyumê dike
Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî(IAEA) bi daxuyaniyekê ragihand ku Îran li tesîsa xwe ya li Isfehanê (navenda Îranê) dest bi hilberîna metal uranyumê kiriye.
IAEA di daxuyaniyekê de ragihand: Rafael Grossi, Rêvebirê Giştî yê IAEA, derbarê pêşkeftinên dawî û çalakiyên lêkolînê yên Îranê yên hilberîna metala uranyumê ji bo dabînkirina sotemeniya reaktora lêkolînê ya li Tehranê, endamên IAEA'yê agahdar kirir.
Li gorî vê daxuyaniyê, Grossi ragihand: Di 8ê Sibatê de, IAEA hilberîna 3.6 gram metala uranyumê li kargeha FPFP ya Isfehanê piştrast kir.
Kazem Gherîbabadî, Balyoz û Nûnerê Daîmî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistinên Navneteweyî li Viyenayê, roja Çarşemê ragihand ku çalakiyên lêkolîn û geşepêdanê ji bo berhemanîna sotemeniyek nûjen ji bo reaktora lêkolînê ya Tehranê dest pê kirine.
Gherîbabadî desnîşan kir ku ajans derbarê vê bernama Îranê ji du salên berê ve agahdar bûye û got: Ev çalakî di sê qonaxan de tê kirin û di qonaxa yekem de, uranyuma metal pê bikaranîna uranyuma xwezayî tê hilberandin.
Komara Îslamî ya Îanê piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêketina Navokî û li gora bendên vê rêketina navokî, tevî zengînkirina uranyumê di asta % 20, hin çalakiyên xwe yên derbarê bernama nukleerê ji nû ve domand, lê her dem tekez kir ku heke Hikûmeta Amerîkayê hemî dorpêçên zordarî li dijî gelên Îranê bide sekinandin û betal bike û vegere ser Rêketina Navokî, Îran jî dê peywirên xwe yên li gor vê rêketinê bicîh bîne.