Zerîf: Nexçivan di aştî û aramiya li Qafqasyayê de roleke girîng dilîze
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i323664-zerîf_nexçivan_di_aştî_û_aramiya_li_qafqasyayê_de_roleke_girîng_dilîze
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê rola Komara Xweser a Naxçivan di afirandina aştî û aramiya herêma Qafqasyayê de girîng nirxand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 30, 2021 20:17 Asia/Tehran
  • Zerîf: Nexçivan di aştî û aramiya li Qafqasyayê de roleke girîng dilîze

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê rola Komara Xweser a Naxçivan di afirandina aştî û aramiya herêma Qafqasyayê de girîng nirxand.

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf, îro Şemiyê, di dawiya hevdîtina xwe û serokê Parlamenta Komara Xweser a Naxçivan re,  ji nûçegihanan re got ku Komara Xweser a Naxcivan ji bo pêşeroja herêma aram a Qafqasyayê pir girîng û navendî ye. 

Zerîfanî ziman ku rêyên veguhastinê yên Komara Xweser a Naxçivan di hevkariya herêmî de roleke bêkêmasî dilîzin û hêviya xwe diyar kir ku bi hevkariya berfireh û giştalî, korîdora başûr ber bi bakur û başûr ber bi rojava were avakirin.

Zerîf herwiha bi amadebûna li rawestgeha hesinriya  Colfaya Komara Azerbaycanê, ji qismên curbicur  ên vê rawestgahê dîtin kir.