Xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariya herêmî, mijara serke ya serdana Zerîf a Ermenistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i323577-xurtkirina_têkiliyên_dualî_û_hevkariya_herêmî_mijara_serke_ya_serdana_zerîf_a_ermenistanê
Wezîrê Derve yê Îranê bi rayedarên ermenî re şêwirmendiyên sudmend pêkanîn û tekez kir ku pêdivî ye ku lihevkirinek ji bo xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariya herêmî hebe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 27, 2021 17:03 Asia/Tehran
  • Xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariya herêmî, mijara serke ya serdana Zerîf a Ermenistanê

Wezîrê Derve yê Îranê bi rayedarên ermenî re şêwirmendiyên sudmend pêkanîn û tekez kir ku pêdivî ye ku lihevkirinek ji bo xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariya herêmî hebe.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro li Twittekê de bal kişand ser gotûbêjên xwe bi serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan û wezîrê derve yê vî welatî û got: Di van civînan de, me dijwarî û derfetên hevpar ên herêmên piştî şer û pevçûnên dawiyê li Qerebaxê hilkolandin.

Zerîf dûv re wiha got: "Me li ser xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariya herêmî, di nav de projeyên ragihandin û pêwendiyan û veguherîna hevrikiyên kevnar ser hevkariyên pêşerojê li hev kir."

Van rojên dawiyê, wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di çarçova seredanên xwe yên heremî de sefera  li Bakû û Moskowê kir û piştî wê niha ew çûye Yêrîwanê paytexta Ermenistanê,  piştî serdana Yêrêvanê û gotûbêja bi rayedarên ermenî ew ê here Tiblîsê paytexta Gurcistanê.