Waksena îranî ya Koronayê li sê kesên xwebexş ên din hat lêdan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i323313-waksena_îranî_ya_koronayê_li_sê_kesên_xwebexş_ên_din_hat_lêdan
Waksena îranî ya Koronayê ya bi navê COVIRAN BAREKAT'ê bo sê kesên xwebexş ên din hat lêdan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 18, 2021 12:29 Asia/Tehran
  • Waksena îranî ya Koronayê li sê kesên xwebexş ên din hat lêdan

Waksena îranî ya Koronayê ya bi navê COVIRAN BAREKAT'ê bo sê kesên xwebexş ên din hat lêdan.

Dr. Hamid Husênî,, Rêveberê navenda Ceribandina kilînîkî ya zanîngeha zanistên Bijîşkî ya Têhranê roja Duşemiyê bi gotina vêya ku waksena COVIRAN BAREKAT heta niha li 17 kesên xwebexş hatiye lêdan, got: 4 kesên din jî dê ehta dawiya hefteyê COVIRAN BAREKAT'ê werbigirn.

Husênî tevî eşareta bi rewşa gelemperî xwebexşên ku beriya niha COVIRAN BAREKAT wergirtine, got: Halê giştî yê van kesan baş e.

Qonaxa yekem a derzîlêdana mirovî ya lêkolînên kilînîkî yên COVIRAN BAREKAT"Ê 29ê Kanûna 2020î pêk hat.

Biryar e waksena Koronayê ya îranî di qonaxa yekê da, di heyama du mehan da li 56 kesên xwebexş were lêdan.