Sibe, destpêka Şerezmûna Iqtidara 99 ya Hêza bejahî ya Artêşa Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i323307-sibe_destpêka_Şerezmûna_iqtidara_99_ya_hêza_bejahî_ya_artêşa_Îranê
Şerezmûna Iqtidara 99 ya Hêza bejahî ya Artêşa Îranê ji sibe Sêşemiyê va bi amadebûna tîpên asimanî (hewabord), hêêzn taybet û lezbertek dê li perravên Mukranê dest pê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 18, 2021 09:52 Asia/Tehran
  • Sibe, destpêka Şerezmûna Iqtidara 99 ya Hêza bejahî ya Artêşa Îranê

Şerezmûna Iqtidara 99 ya Hêza bejahî ya Artêşa Îranê ji sibe Sêşemiyê va bi amadebûna tîpên asimanî (hewabord), hêêzn taybet û lezbertek dê li perravên Mukranê dest pê bibe.

Emîr sertîp Kiyomers Heyderî, Şerezmûna Iqtidara 99 ya Hêza bejahî ya Artêşa Îranê roja Duşemiyê bi gotina vêya ku ev şerezmûneke biarmanc û taybert li dar dixe, got: Şerezmûna Iqtidara 99 ya Hêza bejahî ya Artêşa Îranê bi amadebûna tîma 55 a Hewabord, Tîma 65 a Hêza Taybet, Tîpa 223 ya Lezbertek û bi piştgiirya veguhestin û cengî ya Hêza asimanî û Hewanîrûz a Artêşa Îranê dê li perravên Mukranê were lidarxistin.

Sertîp Heyderî tevî pêgiriya li ser vêya ku armanc û taybetmendiyên vê şerezmûnê bêhempa ne, got: Hemî rêbazên bikarhatî di vê şerezmûnê da dê hevedudanî, xwecihî û afirînerane bin ku li gorî nijyar û pêkhateyên nû yên Hêza bejahiyê ya Artêşa Îranê huviyetê peyda dike.

Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Îranê her wiha got: Tomarkirina rekorê di tevgera bilez û bersivdana bilez û qahêm li hemberî gefan ji armancên pêşbînîkirî di vê şerezmûnê da ne; Her wiha di vê şerezmûnê da rêbazên nûjen û afirînerane yên xwecihî bi mebesta zêdekirina şiyana pêşdaçûn û êrîşa berfireh a yekîneyên lezbertek û herikbar ên hucûmî, di perravên dijmin da cih tên.

Sertîp Heyderî got: Operasiyona herikbar a asimanî, operasiyona pêşdaçûna li ser erdê û hereketa ber bi armancên deryayî yên dijmin ji bernameyên din ên vê şerezmûnê ne.