Heta îro 16ê Çileya 2021ê - Derdora miliyonek û 113 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 324 hezar û 395 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 113 hezar û 224 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6100 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 324 hezar û 395 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 96 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 56 hezar û 717 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 94 miliyon kesî.
Amerîka bi zêde ji 24 miliyon tûşbûyiyên bi Koronayê û 401 hezar miriyan hema wisa di pileya yekem a cîhanê da ye.