Serleşker Selamî: Bi terorkirina şehîd Silêmanî, riyên derxistina dijmin ji navçeyê hatin vekirin
Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Şehîdbûna serdar Silêmanî nebû sebeba qutbûna riyên cîhana îslamê li ser Îrana Îslamî, belkî berovajiya wê hemî rê jibo derxistin û jinavbirina dijminan li navçeyê ketin ber destê me.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê di yekemîn Pêşkongreya Serdar sipehbud şehîd Qasim Silêmanî û şehîdên berevanê heremê yên parêzgehên bakur li Sariya navenda parêzgeha Mazenderanê, got: Dijmin hertim li dû vêya ye ku welêt girêdayî ragire û em xwestekên wê bişopînin û teoriya zexta herî pirr jî li dû guvişandina gewriyê gel û neçarkirin jibo wêdadayîna pêşketin û destkeftên me bû da ku ne tenê Îranê, belkî tevahiya navçeya îslamî kontrol bike.
Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ragihand: Hema wisa ku zexta herî pirr, gelê şanaz ê Îranê ji rêya zanist û serfiraziyê dûr nekir û rê li ber berfirehbûna hêza berevaniya welêt negirt, terorkirina zanyarên me jî nikare dewama rêya pêşketina zanistî li ber me bigire.
Serleşker Selamî tevî pêgiirya li ser vêya ku rêberekî wêrek, taybet û mutewekil ku dijminan bi başî nas dike, hertim rênîşanderê serbazan û umeta îslamî ye, got: Îro rojê hemî amûêrn têkdana dijmin li ber destê gel û komara Îslamî ne û hêza me taybet e û nayê bidestxistin.
Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî eşareta bi şehîdbûna Serdar Silêmanî, got: Dijminan wiha disêwirandin ku bi şehîdbûna vî sserdarî dê hemî deriyên cîhana îslamê li ser me bên girtin, lê ne tenê Şehîdbûna serdar Silêmanî nebû sebeba qutbûna riyên cîhana îslamê li ser Îrana Îslamî, belkî berovajiya wê hemî rê jibo derxistin û jinavbirina dijminan li navçeyê ketin ber destê me.