Zerîf bang li civaka navneteweyî kir ku terora dewletî şermezar bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321830-zerîf_bang_li_civaka_navneteweyî_kir_ku_terora_dewletî_şermezar_bike
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bang li civaka navneteweyî dike ku terorîzma dewletî şermezar bike û li ser alozî û şer û şerûtîxwaiyên li herêma Asyaya Rojava hevgirtinek çêbike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 28, 2020 20:06 Asia/Tehran
  • Zerîf bang li civaka navneteweyî kir ku terora dewletî şermezar bike

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bang li civaka navneteweyî dike ku terorîzma dewletî şermezar bike û li ser alozî û şer û şerûtîxwaiyên li herêma Asyaya Rojava hevgirtinek çêbike.

Li gorî dayira ragihandin û karûbarên berdevkiyê ya Wezareta Karên Derve,  Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf roja şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê çînî wiha nivîsî: "Terorîstan zanyarekî din ê navdar ê Îranê teror kirin; ev cînayetên tirsoneke binpêkirinek eşkere ya zagonên navneteweyî, prensîpên exlaqî û mirovatî ye û eva peywira civaka navneteweyî ye ku li hember kiryarên weha bisekine."
Zerîf herwiha got: "Ji bo domandina aştî û aramî li navçê û cîhanê, Îran li pêşengê şerê dijî terorîzmê ye."
Wezîrê derve yê Îranê duhî li ser twitterê ragihand ku terorkirina zanyarê sereke yê navokî û berevaniya Îranê nîşana şerxwaziya ji ser bêîçaretiyê ya sebebkarên wê ye û bang li civaka navneteweyî, nemaze Yekîtiya Ewropî kir ku dawî li durûtiyên xwe yên bi şermezarî bîne û vê kiryara terorîsma dewletî şermezar bike.
Sebebkarên terorîstî Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Parastina Îranê, roja înê, 27ê Mijdarê, di operasyoneke terorîstî û întiharî de şehîd kirin.