Mijdar 15, 2020 09:20 Asia/Tehran
  • Meytên malbata penaxwaz a ' Îran nijad ' li serdeştê hatin binaxkirin

Meytên malbata kurd a "Îran Nijad" ji Serdeştê ku dema koçberiya bo Ingilîzê li Kanala Manş a Fransayê di avê da xeniqîn, duh şemiyê li vî bajarî hatin binaxkirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Resûl Îrannijad 35 salî ji Serdeştê hevrê digel hevjîna xwe Şîva Muhemed Penahî 35 salî û du zarokên bi navê Anîta û Armîn bi rêzê 9 salî û 6 salî û zarokê wan ê berşîr ê 15 mehî bi navê Artîn roja 27ê Cotmehê di rêya koçberiya bo Inglîzê ji riya kanala deryayî ya Manşê ji ber bahozêû vegeriyana qayîqê li nav avê xeniqîn û canê xwe ji dest dan.

Polîsê Fransayê tenê çar meytên endamê vê malbatê peyda kirin û zarokê 15 mehî hîn peyda nebûye.

Meytên goriyê vê bûyerê piştî derbaskirina qonaxên qanûnî û bi hevkariya Wezareta karên derve ya Îranê û Wezareta Rê şeva Îniyê bi riya balefirgeha navneteweyî ya Îmam Xumeynî ya Têhranî derbasî nav welêt bûn û duh nîvro bi beşdariya xelkê li goristana Serdeştê hatin binaxkirin.

Serepeyv