Iraqçî digel Alîkarê Wezîrê karên derve yê Tirkiyê hevdîtin pêk anî
Cotmeh 31, 2020 02:05 Asia/Tehran
Seyid Ebas Iraqçî, Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê Îniyê bi şev digel Sadat Onal Alîkarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê axivî.
Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Ebas Iraqçî, Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê û şandiyê taybet ê Komara Îslamî ya Îranê piştî gotûbêja bi rayedarên Komara Azerbaycan, Rûsiye û Ermenistanê, Îniyê bi şev piştî çûyîna bo Enqerê digel alîkarê werzîrê karên derve yê Tirkiyê hevdîtin pêk anî û derbarê kêşeya Qerebaxê gotûbêj kir.