Îlon 27, 2020 23:09 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrê derve yê Iraqê û Rayedarên dercebilind ê Îranê re

Serokê Parlamena Îranê di hevdîtina wezîrê derve yê Iraqê de got: “Êrişa Îranê bo ser Fermandarê berê yê Supaya Quds a Îranê şehîd serdar sipehbud Qasim Sulêymanî û Fermandarê berê yê Heşda Şeibî ya Iraqê şehîd Ebu Mehdî Muhendis, sivkayetî(hiqaret) bû bo serweriya Iraqê û ew herwiha tê wateya binpêkirina serbixwebûna vî welatî.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku eva 2 roj in bi serdaneke fermî li Îranê ye, li gel Serokomar û berpirsên din ên Îranê civîn encam dan û di hemû wan civînan de li ser berfirekirina hevkarî û pêwendiyên du welatan pêgîrî bû û rayedarên îranî ewlehiya Iraqê wek ewlehiya Îranê dan zanîn û pêgîrî kirin ku di warê ewlehî û îstiqrara vî welatî çi ji destê Îranê were wê encam bide.

Herwiha di hevdîtin û hevpeyvînên hanê de terorkirin û şehîdkirina serdar Sulêymanî beşek ji gotûbêjan bû. Sekreterê Encûmana bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê jî got, “Derkirina Amerîkayê ji Iraqê biçûktirîn ceza ye ji vî welatî re.”

Sekreterê Encûmana Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civînek pêk anîn û medya fermî ya Îranê jî naveroka civînê belav kir.

Li gor medya fermî ya Îranê Elî Şemxanî di wê civînê de got, “Biçûktirîn cezayê şehîdkirina serdar sipehbud Qasim Sulêymanî û Ebu Mehdî Muhendis ew e ku Amerîkî demildest navçê û Iraqê bicih bihêlin.”

Her di wê civînê de Şemxanî ragihand, ew çaverê dikin Iraq bi rêya konferansên navdewletî “bi ciddî” pêdaçûnekê ji bo terorkirin û şehîdkirina serdar Sulêymanî bike.

Roja 03.01.2020 Fermandarê berê yê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê serdar sipehbud Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebu Mehdî Muhendis, li nêzikiya balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê di êrişa firokeyên bêpîlot ên hêzên terorîst ên Amerîkayê de hatibûn şehîdkirin.

Du roj piştî şehîdkirina Qasim Sulêymanî û Ebu Mehdî Muhendis, êvariya roja Yekşema 05.01.2020an bi amadebûna 168 parlamenterên Iraqê rûniştina parlemana  vî welatî birêve çû û Serokwezîrê Iraqê yê wê demê, Adil Ebdulmehdî gotarek derbarê derxistina hêzên biyanî ji Iraqê xwend û piştre nameyeke 8 xalî  ya Muqteda Sedir xwend û daxwaza hilweşandina rêkeftina di navbera Amerîka û Iraqê de kir. Di dawiyê de jî parlemanê projebiryara derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê pesend kir.

Fuad Husên li gel Serokê Parlemana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî civînek encam da û di wê civînê de jî behsa şehîdkirina Qasim Sulêymanî hat kirin û heman çavkaniyên fermî aşkere kirin ku Qalîbaf di civînê de got, “Êrişa Îranê bo ser Fermandarê berê yê Supaya Quds a Îranê û Fermandarê berê yê Heşda Şeibî ya Iraqê, sivkayetî(hiqaret) bû bo serweriya Iraqê û wek binpêkirina serxwebûna wê bû.”

Serokê Parlemana Îranê Muhemed Baqir Qalîbaf jî li hevdîtina wezîrê derve yê Iraqê  tekezî li ser serweriya asayiş, serxwebûn û yekperçetiya Iraqê kir û rola niha ya Iraqê li navçê wek

Serepeyv