Yekem Palîngeha Beşa Taybet li Îranê hat damezirandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i318878-yekem_palîngeha_beşa_taybet_li_Îranê_hat_damezirandin
Yekem Palîngeha Beşa Taybet a Îranê ji aliyê Kompaniya Zanistbingeh a Erkan Parsa Heştrûdê li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat li bakurê rojavaya Îranê hat dîzaynkirin û çêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2020 09:30 Asia/Tehran
  • Yekem Palîngeha Beşa Taybet li Îranê hat damezirandin

Yekem Palîngeha Beşa Taybet a Îranê ji aliyê Kompaniya Zanistbingeh a Erkan Parsa Heştrûdê li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat li bakurê rojavaya Îranê hat dîzaynkirin û çêkirin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRAN Pressê, Palîngeha Heştrûdê bi bikaranîna zanista pisporên îranî hatiye damezirandin û tenha palîngeha Bê fîlêr (Bê lewitîn) e ku serketineke mezin jibo pêşeya Palîngehan a Îranê di serdema boykotan da tê zanîn.

 Kompaniya Zanistbingeh a Erkan Parsa Heştrûdê yekemîn kompaniya zanistbingeh li Rojavaya Asyayê ye ku yekîneyên palîngehî bi standarda API (American Petroleum Institute)  dîzayn dike û dadimezirîne.

Bi sazkirina alavên faza duyem a Palîngeha Heştyrûdê, yekîneyeke 800 tonî dê li berhemanîn û derfirotina wê zêde bibe da ku her salê 40 miliyon dolarî derfirotina wê hebe.