Serokwezîrê Iraqê gihêşte Tehranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i317887-serokwezîrê_iraqê_gihêşte_tehranê
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bona gotûbêja bi rayedarên îranî bi taximeke derecebilind ê siyasî û aborî gihêşte Tehranê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 21, 2020 09:18 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê gihêşte Tehranê

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bona gotûbêja bi rayedarên îranî bi taximeke derecebilind ê siyasî û aborî gihêşte Tehranê.

Mistefa Kazimî îro li balafirgeha Mehrabadê ji aliyê Reza Erdekaniyan wezîrê Elekterîk û Avê yê Îranê hate pêşewazî kirin.

Biryar e piştî pêşwaziya fermî ya serokwezîrê Iraqê  ji aliyê serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî , taximên du welatan gotûbêjên xwe bidin despêkirin.

Piştî muzakireya dualî ya taximên Îran û Iraqê û civîna Ruhanî û Kazimî wê muzakireya hevbeş a taximên dercebilind ên du welatan bi beşdariya alîkarê yekem ê serokomarê Îranê Îshaq Cehangîrî sedpê bike.

Serokwezîrê Iraqê li sefera xwe ya du rojî li Îranê wê bi rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê re jî hevdîtinê pêk bîne.

Li vê sefera Kazimî, wezîrên Neft, Elekterîk, Daratî, Berevanî, Tendirustî û şêwirkarê ewlehiya Neteweyî ya Iraqê jî pê re ne.