Tîrmeh 15, 2020 23:32 Asia/Tehran
  • Sekinîna wezîrên derve yên Îran û Malezyayê li ser îstifadeya du welatan ji dayîn kelûpelan û  standina kelûpelan

Wezîrên derve yên Îran û Malezyayê li ser bikaranîna mekanîzma danûstandina ticarî ya kirîn û firotina (veguhestina) kelûpelan bi hev re ji bo sûdwergirtina zêde ya du neteên Îran û Malezyayê li hev kirin û biryar dan rêketina terîfeyên tercîhî û lidarxistina komîsiyona hevpar a aborî were tevakirin û kemilandinê.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf û  wezîrê karên derve yê Malezyayê Datû Hişamuddîn Husên  îro li gotûbêja vîdeo-konferansê derbarê meselên dualî, navneteweyî û cîhana Îslamê axivtin û bîrûbawerên xwe raberkirin.

Wezîrê derve yê Îranê di vê gotûbêjê de bal kişand ser cî û şûna taybet û aktîv a Malezyayê di nav Konferansa Hevkariya Îslamî de û ji wezîrê derve yê Malezyayê xwest bona çareseriya krîza Yemenê ji riyên siyasî wek tenê riya çareseriyê roleke aktîv bilîze.

Zerîf piştgiriya Îranê ji her pêngav û pêşniyareke Malezyayê bona çareseriya krîza Yemenê û damezirîna aştiyê ragihand û got: Tehran bi şêwazeke aktîv û pirxebat bona edilîna aştiyê li Yemenê dixebite.

Zerîf herwiha qedirzaniya siyaseta rast a Malezyayê derbarê piştgiriya ji gelê Filistînê kir.

Wezîrê karên derve yê Malezyayê Datû Hişamuddîn Husên di vê gotûbêjê de ser bêguhertinbûna siyaseta Malezyayê derbarê Filistînê de sekinî û got ku gelê Filstînê di nav dilê gelê Malezyayê cih û şûna xwe heye.

Zerîf û Datû Hişamuddîn Husên herwiha li ser lidarxistina komîsiyona hevpar a aborî ya du welatan û berfirekirina pêwendiyên aborî yên du alî sekinîn.