Tîrmeh 10, 2020 16:26 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 215 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku zêde ji 2 hezar û 260 kesên din bi Koronayê (Covid-19) ketine û zêde ji 215 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro Înê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 262 kesên din  pozetîv derketiye ku ji wan hezar û 455 nexweşiya Koronayê di nexweşxanan de hatine razandin û yên din piştî tedawiyê, pêwîst nekir ku li nexweşxanan de bimînin.

Dr. Larî got: Li Îranê li ser hev ji despêkê heya vê demê 252 hezar û 720 kes bi Koronayê ketine û di mideha 24 saetên dawiyê de jî 142 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 12 hezar û 447 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê dibêje ku heya niha 215 hezar û 15 kes jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 12 milyon û 387 hezar kesî derbas bûne ku ji wan nêzîkî 557 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji 7 milyon kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.