Tîrmeh 10, 2020 15:14 Asia/Tehran
  • Hook: Bila Îran derfeta muzakireya bi Amerîkayê re ji dest xwe nede

Nûnerê hikûmeta Amerîkayê yê karûbarên Îranê Brian Hook îdia kir ku Îran bi xwedûrkirina ji muzakireya bi Amerîkayê re derfetên baş ji destê xwe dide.

Hook li gotûbêja bi malpera El Monitor re piştî wekilandina îdiayên xwe yên hertimî li dijî Îranê got:Tevî pêşniyarên zav bo muzakireya rasterast bi Amerîkayê re, Îranê xwe ji maseya muzakirê dûr ragirtiye.

Hook derbarê pêşeroja rohn a bi hev re guhestina zîndaniyan hêvîdariya xwe diyar kir û got: Min pêşniyara gotûbêjên konsûlî xiste rojevê.

Nûnerê hikûmeta Amerîkayê yê karûbarên Îranê desnîşan kir ku ger Îranê muzakire bipejiranda, dikarî ku pêşniyara Trump ya derbarê «Lihevkirina Mezin» hilkolanda. Di vî halî de Hook îdia kir ku Waşîngton derbarê muzakireyê ti lez û bezek tine, çûnku li gor îdiaya wî stratejiya Amerîkayê li dijî Îranê kêrhatî û bi bandor bûye.

Hook dîsa îdia kir : "Eva mînakek din ji windakirina derfetên ji bo pêşketinê ji aliyê Rejîma Îranê ye". 

Hook hişyarî da ku li lihevkirina nû ya navokî ti mafek ji bo zengînkirina uraniyomê nadin Îranê.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump soz da bû ku bi bikaranîna zext û zora herî zêde wê Îranê bikişîne dor maseya muzakireyê ya bi gotina wî ji bo lihevkirineke baştir.

Lê eva zêde ji 2 sal ji wê soz û qirara Trump derbas dibe ku hîn nekariye Îranê neçarî vê muzakirê bike.

Gelek ji karzan û siyasetmedarên cîhanê bi taybet ên amerîkî rexneyên tund li vê stratejiya Trump girtine û diyar kirine ku Trump bi vê kiryara xwe Amerîka ji hevpeymanên xwe dûr xistiye.