Tîrmeh 06, 2020 23:47 Asia/Tehran
  • Kemalwendî: Bûyera Netenzê ti berbendek ser riya hewldanên zengînkirina Uraniyomê li Îranê çê nake

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê bi sekinîna ser vê yekê ku bûyera Netenzê ti berbendek ser riya hewldanên zengînkirina Uraniyomê li Îranê çê nake, got: biryarên pêdivî ji bo çêkirina sûleya ziyandîtî ya Bargeha zengînkirina uraniyonmê ya Netenzê hatine dayîn.

Roja pêncşemê sûleyeke bargeha zengînkirina uraniyomê ya Netenzê ji ber bûyerekê xisar dît.

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalwendî li hevpeyvîna bi IRNAyê rederbarê vê sûleyê got: Ev sûleya ji ber sînordarbûna ji ber Peymana Navokî,  zirûfa wê ya tam nehatibû bikaranînê û li vî halî de biyar hatibû dayîn ku ev salona were berfirekirin û kemilandinê ku li dema ku ji bo vê yekê kar dihat kirin jê re bûyera hanê qewmî.

Kemalwendî herwiha got: Şukra xwedê ti goriyeke vê bûyerê yê canî tineye, ev bûyer diqewme li bernama navîndem ya pêşxistin û berfirekirinê û berhemanîna makîneyên santerîfiyûjên pêşketî hin astengiyan çêke, lê belê ji ber xebata bi şev û rojê ya ciwanên me yên pispor ev mesela jî tê cebirandin.

Kemalwendî bal kişand ser jinavçna  an ziyandîtina hin amûr û dezgehan li vê salonê de û di vî halî de got: Biryar hatiye dayîn sûleyeke mezintir dewsa wê were çêkirin û dezgehên pêşketî tê de werin bikaranînê.

Kemalwendî derbarê sebeba vê bûyerê jî got: Di wexteke guncaw sebeba vê meselê tê îlankirin.