Qedirzaniya Hemasê ji Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji ber piştgiriya wî jî netewê Filistînê
Endamê derecebilind ê Hemasê sipasiya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê kir ji ber ku bersiva nama serokê Ofîsa Siyasî ya vê tevgerê da bû û desnîşan kir ku netewê Flistînê wê riya xwe ya berxwedanê berdewam bike da ku proja amerîkî-siyonîstî ya Îlhaqê negihêje encamê.
Li gor komplo û projeya Îlhaqê, Rejîma Siyonîstî bi alîkariya Amerîkayê biryar daye ji sedî 30 ji erdên Şeriya Rojava Çemê Urdinê bêxe ser erdên din ên dagîrkirî û bi vî awayî Filistînê ji hevsînoriya bi welatên erebî dûr bêxe.
Li gor Fars Newsê, Endamê derecebilind ê Hemasê Îsmaîl Rizwan îro desnîşan kir ku bersiva Hz. ayetullah Xamineyî ji bo nama serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye, nişana piştgiriya stratejîk a Îranê ji Netewê Filistînê û Berxwedanê ye.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyî li nama xwe ya di bersiva nama serokê ofîsa siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye desnîşan kir:: Komara Îslamî ya Îranê her wek berê li gor ferz û wezîfedariya xwe ya olî û însanî û li gor prensîp û nirxên Înqilaba Îslamî ji bo piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînê û standina mafên wan ên rewa, herwiha ji bo jinabirina bela û şerûdiyên Rejîma dagirker a Siyonîstî her karek ku ji destê wê were wê bike û di vê barê de ti kêmasiyekê nake.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî herwiha di nama xwe de pesna pêngavên berxwedana Filistînê li hemberî komployên Amerîka û Rejîma Siyonîstî ku bûne sedema şanazî û serbilindiya umeta îslamî da û sipasiya berxwedanê ji ber vê yekê kir û parastina hişyarî, yekitî û yekrêziya gel û tevgerên filistînî bona bêencamkirina komployên qirêj û reş ên dijminan pêwîst da zanîn.