Tîrmeh 04, 2020 16:33 Asia/Tehran
  • Heta îro 4ê Tîrmehê; Zêde ji 199 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 237 hezar û 878 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 198 hezar û 949 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2449 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê,  237 hezar û 878 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 148 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 11 hezar û 408 kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 11 miliyon û 210 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 529 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 6 miliyon û 356 hezar kes jî baş bûne.