Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê derbarê bûyera navenda navokî ya Netenzê de daxuyanî da
Berdevkê nivîsxana Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ragihand: Di encama vekolandinên teknîkî û ewlehiyê de yên ji aliyê teşkîlatên pêwendîdarê meselê, sebeba bûyera komelgeha navokî ya şehîd Ehmedê Roşen li Netenzê ku roja pêncşemê serê sibê qewmî, eşkera û zelal bû.
Berdevkê nivîsxana Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Keywan Xusrewî di vê daxuyaniya xwe de diyar kir ku karzan û pisporên beşên curbicur ên vekolandin û nirxandinê ku dest xwe ve saetên despêkê piştî qewmîna bûyera navenda navokî ya Netenzê, derbarê vê bûyerê lêkolîn kirine diyar kirin ku heger û sebebên curbicur ser vê bûyerê bi hûrî û kûrî hatin hilkolandin ku li gor şûn û eserên çawaniya qewmîna bûyerê û şideta wêraniya çêbûyî sebeba rastîn a vê bûyerê zelal bû.
Xusrewî got: Ji ber hin têbînî û sebebên ewlehiyê, çawanî û sebeba qewmîna vê bûyerê wê di wexteka guncaw were ragihandin .
Wî di dawî de bal kişand ser kêmbûn xisarên lêketî li sûleya komelgeya navokî ya Netenzê ku li ber çêkirinê bû û ragihand: Di cihê bûyerê de ti madeyeke navokî tine bû û mesela derçûna madên radiyo-aktîv ji ber vê bûyerê ji binî ve tê redkirin.