Tîrmeh 03, 2020 14:26 Asia/Tehran
  • Pîrozbayiya salroja jidayîkbûna hezretê Îmam Riza(s), îmamê heştan ê şîeyên cîhanê

Îro Înê, 11 Zîqeida sala 1441 Koça Hîvî, 3 Tîrmeha 2020`an , salroja jidayîkbna heşetîmîn pêşewayê şîeyên cîhanê, hezretê Elî îbini Mûsa El-Riza(s) ye.

Îmamê heştan ê şîeyên cîhanê di roja 11 Zîqeida sala 148 Koça Hîvî li bajarê Medîna munewere hat dinyayê.

Li bara  fezîletên  Îmamê heştan ê şîeyên cîhanê hatiye gotin ku di serdema Îmam Riza(s) de hîç kesek alimtir û zanatir ji wî nebûye û Meimûnê xelîfa Ebasiyan tim bi  pirsên curbicur  ew îmtihan dikir û evî hezretî bersiv dida û bersivên  wî hemî ji Qurana Kerîm bûn.

Xelkê misilman û xwedêhez ê Îrana Îslamî di salroja  jidayîkbûna  Îmamê heştan ê şîeyên cîhanê de bi amadebûna li cihên  pîroz ji wan li mezargeha wî li bajarê pîroz  ê Meşhedê li bakurê rojhilata  Îranê, vê rojê cejn digrin.

Xwendina helbestan, pesindayîn û axiftina li bara kesayetiya Îmamê heştan ê şîeyên cîhanê û  belavkirina  şerbet û şirînîyan ji wan bernameyên gelê misilman ê Îranê di salroja  jidayîkbûna  hezretê Îmam Riza (s) de ne.

Sazîya Radyo û Televîzyona  Komara Îslamî ya Îranê,  salroja  jidayîkbûna  hezetê Îmam Riza (s), îmamê heşatn ê şîeyên  cîhanê li hemî misilmanên cîhanê pîroz dike.