Tîrmeh 02, 2020 15:47 Asia/Tehran
  • Xilasbûna 194 hezar pêketiyên Koronayê ji vê nexweşiyê li Îranê

Berdevka wezareta Tendirustî û Pizişkiya Îranê dibêje du hezar û 652 kesên din di 24 saetên dawî de bi Koronayê ketine û herî dawî jî 194 hezar û 98 kes jî ji vê nexweşiyê filitîn û vegeriyan malên xwe.

Berdevka wezareta Tendirustî û Pizişkiya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî dibêje : Heyf û mixabin di 24 saetên dawî de li Îranê 148 kesên din jî ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha ji ber nexweşiya Koronayê can dane gihêşte 11 hezar û 106 kesan.

Berdevka wezareta tenduristiya Îranê, Dr. Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 652 kes li Îranê bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan  hezar û 595 li nexweşxanan hatin razandin û yên din piştî tedawî û dermankirinê li nexweşanan nehatin ragirtin û zivirîn malên xwe.

Dr. Larî her wiha da zanîn: Li Îranê bi giştî heta niha 232 hezar û 863 kes bi Koronayê ketine ku 194 hezar û 98 kes jê baş bûne, 11 hezar û 106 kes can dane, rewşa 3 hezar û 97 kesan jî xirab e.