Tîrmeh 02, 2020 13:49 Asia/Tehran
  • Salvegera 32-an a lêketina mûşeka amerîkî li balefira Îranê û şehîdbûna 290 lêniştiyên wê di sala 1988 de

Îro 2 Tîrmeha 2020 sî û du sal ser êrişa mûşekî ya papora Vincensa amerîkî ya dijî balafira rêwîhilgir a Airbus a Îranê ye ku ji Bender-Ebasê (başûrê Îranê) rabûbû û ber bi Dubayê bi rê ketibû.

32 salên berê li rojeke wiha papora Vencensa amerîkî bi lêxistina mûşekekê li balafira rêwîhilgira îranî ya ku 290 lêniştiyên xwe hebûn û li ser esmanê Kendava Farsê ber bi Dubaya Qeterê diçû, cinayeteke din xuliqand û gişt lêniştiyên wê şehîd kirin û bi vî awayî rûpeleke din li pirtûka cinayetên Amerîkayê zêde kir. 

Papora balafirhilgira Vincens a Amerîkayê sala 1988 di Kendava Farsê de bi lêxistina mûşekê li balafira îranî ku ji Bender-Ebasê (başûrê Îranê) rabûbû û ber bi Dubayê rê ketibû lêxist û gişt lêniştiyên vê balafirê ku 290 kes bûn ji wan 66 zarok û 53 jî jin bûn şehîd kirin.

Piştî vê cinayetê rayedarên amerîkî ji bo pînekirina vê cinayeta xwe dest avêtin hecet û gotinên newek hev û xebitîn wê şaşitiyeke însanî bidin zanîn, lê ji ber ku papora Vincens xwediyê amûr û dezgehên pêşketî yên komputerî û radarî bû û ji aliyê din ve eşkerabûna cureya balafirê ya li halê firînê, ti hitmaleke şaşitiyê nayê qebûl kirin û eva nîşan dide ku ev êrişa dijminane bi agahî û bi qesd bûye.

Îro malbatên goriyên balafira misafirhilgira îranî ya Airbusê û rayedarên welêt bi reşandina gulan li cihê şehîdbûna 290 şehîdên balafira hanê li Kendava Farsê, wan şehîdan bi hurmet bi bîr tînin û cardin vê cinayeta Amerîkayê şermezar dikin.