Tîrmeh 02, 2020 13:21 Asia/Tehran
  • Wezareta derve ya Îranê: Kendava Farsê eva çendîn sal e bûye şahidê cinayetên Amerîkayê li navçê

Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê di salvegera xistina balafira rêwîhilgir a Îranê ji aliyê Hêza Deryayî ya Amerîkayê li Kendava Farsê de ragihand: Kendava Farsê eva çendîn sal e bûye şahidê cinayetên Amerîkayê li navçê.

Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê di rûpela xwe ya Twitterê de, di bersiva vê pirsê ku gelo "Mefê Mirovan" a amerîkî çi ye? nivîsiye: Mafê mirovan a Amerîkî sozdariya bê mînak a vî welatî di mijara kuştina mirovan de ye.

Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist ku Amerîkayê 32 salên berê bi qesd ve balafira misafirî ya Îran li ser ewmanê Kendava Farsê xiste erdê ku di vê bûyera diltezînd 290 misafirên bêguneh jiyana xwe ji dest dan, lê heya vê demê Amerîkayê ji ber cinayetka wiha ne ji vî karê xwe poşman bûye, ne jî ji netewê Îranê daxwaza efûyê kiriye.

Papora balafirhilgira Vincens a Amerîkayê sala 1988 di Kendava Farsê de bi lêxistina mûşekê li balafira îranî ku ji Bender-Ebasê (başûrê Îranê) rabûbû û ber bi Dubayê rê ketibû lêxist û gişt lêniştiyên vê balafirê ku 290 kes bûn ji wan 66 zarok û 53 jî jin bûn şehîd kirin.