Tîrmeh 01, 2020 21:36 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey candana hejmareke gelê Îranê di bûyera agirpêketinê da peyama sersaxiyê da

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê ji ber candana hejmareke wwelatiyên îranî di bûyera agirpêketina bi navendeke dermanî li Têhranê, sersaxî da.

Sêşemiyê bi şev di encama agirpêketinê û teqîna kepsûla gazê li kilînîkeke dermanî li bakurê Têhranê, beşek ji vê avahiyê wêran bû; Di bûyerê da 19 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Çarşemiyê bi peyamekê rêxistinên berpirs erkdar kirin ku tevî hilkolandina mijarê, tevdîrên pêwîst jibo kêmkirina ziyan û xisaran bigirin ber xwe û rê li ber ziyanên wiha bêcebirandin bigirin.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha di vê peyamê da pêgirî kir ku hilkolandina durust a vê bûyerê jî divê ji aliyê rêxistinên berpirs va bilez cih bê.