Hezîran 03, 2020 09:15 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilaba Îslamî îro bi minasibeta Rehleta Îmam Xumeynî (RE) ji televîziyonê dê biaxive

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro, 3ê Hezîranê hevdemê 31 saliya Rehleta Îmam Xumeynî (RE) xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê wê ji riya televîziyon û medyayê bi awayekî rasterast biaxive.

Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro saet 11 ser wextê Tehranê ji riya Instgram û Twittera "KHAMIENEI.IR" û radiyo û televîziyona Komara Îslamî ya Îranê bi awayê zindî were belavkirin.

Merasima salvegera Rehleta Îmam Xumeynî (RE) xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê her sal bi axivtina rêberê Înqilaba Îslamî Hz. ayetullah Xamineyî  li herema paqij ya Îmam Xumeynî (RE) li dar diket, lê belê îsal ji ber pandemiya vîrusa Koronayê û li gor destûrên tendirustiyê yên Erkana Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê civîn hatine qedexekirin, loma Rêberê Înqilabê wê rasterast ji riya radiyo û televîziyonê biaxive.

Îro Çarşemî, 14ê Xordana sala 1399an a Koça Rojî, (11ê Şevala sala 1441ê ya Koça Heyvî û 3ê Hezîrana sala 2020'î) hevdem e digel Salvegera rehleta Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê.