Hezîran 01, 2020 18:17 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Îran dê bersiveke tund bide her cûre şaştiya dijminan

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê bi gotina vêya ku dijmin heta kêliyekê ji komplogerî û fêlbaziya dijî welêt ranawestin, destnîşan kir: Îran dê bersiveke qahêm bide her cûre xetaya ku dijmin di hesabên xwe da bike.

Serdar Serleşker, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê roja Duşemiyê di bereberê hatina salvegera rehleta Îmam Xumeynî (Re) Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, got: Bi derbasbûna 31 salan ji rehleta Îmam Xumeynî (Re), Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî tevî hebûna hemî komployên dijminan karî ku kûrahiya bandora stratejîk û iqtidara fikrî û manewî û berfirehiya kiryara bibandor jibo xurtkirina hişyarî û berxwedana Îslamî û rûbirûbûna dijî zorbêjiyê û dijî serdestiya ser gelan di erdnigariya Cîhana Îslamê û wêdatir ji wê zêde bike.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê got: Berovajiya xwesteka dijminan, Îrana Îslamî bi derbasbûna bi serbilindî ji gêdûkên dijwar û bûyerên giran, geştir ji her demeke din riya xwe ya iqtidar û mezinahiyê didomîne.Roja Çarşemiyê, 14ê Xordadê, (3ê Hezîranê) hevdem e digel sî û yekemîn salvegera rehleta hezretê Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê.