Hezîran 01, 2020 15:02 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilabê dê bi boneya salvegera rehleta Îmam Xumeynî (Re) bi riya televîziyonê biaxive

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî dê roja Çarşemiyê, 3ê Hezîranê, bi boneya sî û yekemîn salvegera rehleta hezretê Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê, bi riya medyayan û bi awayê zindî tev gelê Îranê ra biaxive.

Li gorî rapota Navenda Parastin û Weşandina berhemên hezretê ayetullah Xamineyî, gotinên Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî dê saet 11 ya roja Çarşemiyê li gorî dema Têhranê, ji malper, Înstagram û Twitter'a KHAMENEI.IR û kanalên Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê va bi awayekî dindî bên weşandin.

Merasima salvegera rehleta Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ku her salê bi axaftina Hezretê ayetullah Xamineyî di tirba paqij a Îmam Xumeynî (Re) dihat lidarxistin, li gorî destûrkarên tendurustiyê yên Erkantiya Neteweyîya Têkoşîna dijî Koronayê derbarê qedexetiya lidarxistina kombûnan, îsal li wir nayê lidarxistin.

Roja Çarşemiyê, 14ê Xordadê, (3ê Hezîranê) hevdem e digel sî û yekemîn salvegera rehleta hezretê Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê.