Hezîran 01, 2020 14:50 Asia/Tehran
  • Heta îro 1ê Hezîranê; Zêde ji 121 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 154 hezar û 445 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 121 hezar û 4 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

Kiyanûş Cehanpûr, Serokê Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 1979 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 154 hezar û 445 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Serokê Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 81 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 7 hezar û 878 kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye 6 miliyon û 283 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 374 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 2 miliyon û 845 hezar kes jî baş bûne.