Hezîran 01, 2020 00:28 Asia/Tehran
  • Nêzîkî 119 hezar pêketiyên Koronayê li Îranê baş bûn

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê da zanîn ku heya niha 118 hezar û 848 kesên bi Koronayê ketibûn, baş bûne. Herwiha rewşa 2 hezar û 527 kesan jî xirabe.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanûş Cehanpûr bi daxuyaniyek çapemeniyê hejmara kesên di nava 24 saetan de li Îranê, bi koronayê mirine û pêketine aşkere kir.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê di vê xuyaniyê de ragihand ku di nava 24 saetan de 63 kes bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara kesên ku ji despêkê heya niha bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane gihêşte 7 hezar û 797 kesan.

Li gorî gotina Cîhanpûr di nava 24 saetên dawiyê de 2 hezar û 516 kes jî bi Koronayê ketine ku li ser hev hejmara kesên ku ji despêkê heya niha bi vê vîrûsê ketine gihîşt 151 hezar û 466 kesan.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê herwiha da zanîn ku heya niha 118 hezar û 848 kesên bi Koronayê ketibûn, baş bûne û vegeriyana malên xwe. Herwiha rewşa 2 hezar û 527 kesan jî xirabe.