Daxuyaniya wêdeçûyîna Cehangîrî li ser qazanca Ruhanî li hilbijartina serokkomariya Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i261344-daxuyaniya_wêdeçûyîna_cehangîrî_li_ser_qazanca_ruhanî_li_hilbijartina_serokkomariya_Îranê
Ishaq Cehangîrî, berendamê dewra danzdehemîn a hilbijartina serokkomariya Îranê, îro sêşemiyê li daxuyaniyekê wêdeçûna xwe ji dewama rikeberiyên hilbijartina serokkomariya Îranê li ser qazanca Hesen Ruhanî, berendamê din ê vê hilbijartinê ragihand.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
May 16, 2017 15:32 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya wêdeçûyîna Cehangîrî li ser qazanca Ruhanî li hilbijartina serokkomariya Îranê

Ishaq Cehangîrî, berendamê dewra danzdehemîn a hilbijartina serokkomariya Îranê, îro sêşemiyê li daxuyaniyekê wêdeçûna xwe ji dewama rikeberiyên hilbijartina serokkomariya Îranê li ser qazanca Hesen Ruhanî, berendamê din ê vê hilbijartinê ragihand.

Li gorî rapora IRIB News`ê, di vê daxuyaniyê de hatiye: Îran bereberê du hilbijartinên girîng ên serokkomarî û civatên îslamî yên gund û bajaran e. Berçavgirtina meselên neteweyî û derfet û pirsgirêkên cîhanî, fêmkirina girîngî û hestyariya taybet a van hilbijartinan, beşdariya  beşdariya çalak di wê de pêwîst dike, bi ragihandina wêdeçûna ji berendamiyê, ezê hemî hêza xwe bona xizmetkirin û piştgiriya ji Hesen Ruhanî û pêşdabirina bernameyên wî yên tê, bi kar bînim.

Cehangîrî ji alîgirên xwe xwest bi beşdariya xwe ya bibandor li hilbijartinê, alîkariya serokkomar û dewletekê bikin ku dixweze karên mezin bi hêz û qaweteka zêdtir pêşda bibe û cih bîne.

Duh duşemiyê jî Mihemed Baqir Qalîbaf, berendamê dewra danzdehemîn dewra hilbijartina serokkomariya Îranê, li daxuyaniyekê ji hemî alîgirên xwe xwest pişta Îbrahîm Reîsî, berendamê din ê serokkomariya Îranê bigirin.

Dewra danzdehemîn a hilbijartina serokkomariya Îranê, wê roja îniya tê were lidrxistin.