Daxûyaniya meclîs şarezayên rêberiyê bi minasibeta hilbijartinên Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i261272-daxûyaniya_meclîs_şarezayên_rêberiyê_bi_minasibeta_hilbijartinên_Îranê
Serokê meclîsa şarezayên rêberiyê bal kişand ser lidarxistina hilbijartinên Îranê li 19 Gulanê û tekez kir: Li roja hilbijartinê, gelê Îranê nîşan didin ku li riya parastina nizama Îslamî, hertim micid, bi coş û hevgirtî ne.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
May 16, 2017 08:18 Asia/Tehran
  • Daxûyaniya  meclîs şarezayên rêberiyê bi minasibeta hilbijartinên Îranê

Serokê meclîsa şarezayên rêberiyê bal kişand ser lidarxistina hilbijartinên Îranê li 19 Gulanê û tekez kir: Li roja hilbijartinê, gelê Îranê nîşan didin ku li riya parastina nizama Îslamî, hertim micid, bi coş û hevgirtî ne.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Ayetullah Ehmed Cenetî serokê meclîsa şarezayê rêberiyê roja sêşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Gelê Îranê bi beşdariya  çalak û micid li hilbijartinê bi caran  meydanên îzet û berpirsiyariya xwe eşkere kirine û li roja îniyê jî jibo cihanîna  peywira xwe ya olî, inqilabî û neteweyî dê werin meydanê.

 Ayetullah Cenetî ji gelê Îranê spasî kir ku xwe jibo beşdareiyeke bizanebûn û dijmin têkbir li hilbijartinê amade kirine û ji berbijarên  hilbijartên  xwest ku  meselên  miaşa gel bi armanca  cihhatina  aboriya berxwedanê bikin bernama xwe ya sereke û bi darêştian plan û berenamyên  hûr û kûr  jibo şuxil û xebatê, zêdekirina asta berhemanînê, jiholêrakirina înfalsiyonê, bêkariyê û giranî û kêmkirina  qelişta  navbera çîn û qatan pêngavan rakin.

 Hilbijartinên  dazdehemîn  dewra serokkomariyê, pêncemîn dewra  encumenên Îslamî yên gund û bajêran,roja îniyê 19 Gulana 2017`an  dê were lidarxistin.