Planên Rûhanî, Qalîbaf û Haşimîteba, berbijarên hilbijartinên serokomarîya Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i259546-planên_rûhanî_qalîbaf_û_haşimîteba_berbijarên_hilbijartinên_serokomarîya_Îranê
Hesen Rûhanî, Mihemedbaqir Qalîbaf û Mistefa Haşimîteba berbijarên danzdehemîn gerra hilbijartinên serokomarîya Îranê, planên xwe têkildarî serokomarîyê şirove kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 27, 2017 05:47 Asia/Tehran
  • Planên Rûhanî, Qalîbaf û Haşimîteba, berbijarên hilbijartinên serokomarîya Îranê

Hesen Rûhanî, Mihemedbaqir Qalîbaf û Mistefa Haşimîteba berbijarên danzdehemîn gerra hilbijartinên serokomarîya Îranê, planên xwe têkildarî serokomarîyê şirove kirin.

Hesen Rûhanî serokomarê niha û berbijarê danzdehemîn gerra hilbijartinên serokomarîya Îranê duh piştî tomarkirina programa xwe li Sazîya Radyo û Televîzyonên Komara Islamî ya Îranê li koma nûçegîhanan got: Jibo çareserkirina pirsgirêkan divê hundurê welêt, berhemanîn, gel, ciwan û sermîyanên navxweyî bên berçavgirtin.

Rûhanî herwiha got: Li nav Îranê gellek sermîyanên mezin û berfire hene û yek ji sermîyanan şîyana anîna têknolojî û sermîyana bîyanî ye.

Mihemedbaqir Qalîbaf berbijarê din ê danzdehemîn gerra hilbijartinên serokomarîya Îranê jî duh li hevpeyvînekê, pêkanîna derfetên karkirinê, berçavgirtina warê têknolojîyê û pêşeyên têknolojîyê di çarçova pêkanîna derfetên karkirinê wekî planên xwe yên herîgirîng ragihandin.

Qalîbaf herwiha bal kişand ser guhertina sîyasetên darayîyê yên Îranê û li ser têkoşîna li hemberî qaçaxa kelûpelan sekinî.

Mistefa Haşimîteba berbijarê din ê danzdehemîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê jî şeva çûyî li bernama zindî ya Kanala 1 a welêt dema ravekriina planên xwe, li ser parastina ewlehî û aramîya Îranê sekinî û got: Hemî darayîya Îranê divê jibo avedankirina welêt bê xerckirinê ta ku jîyan û debara jîyanê ya gel baş bibe.

Haşimîteba herwiha li ser xurtkirina hêzên çekdar di çarçova parastina hêza Îranê da sekinî û cihanîna sîyaseta aborîya ser bingeha berxwedanê û berçavgirtina pêşeya geştyarî û Îrangerîyê girîng nirxand.

Danzdehemîn gerra hilbijartinên serokomarîya Îranê yê di 19`ê Nîsanê da were lidarxistin.