Tîma Fûtsala Nebîseran a Îranê bû qaremana cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i348715-tîma_fûtsala_nebîseran_a_Îranê_bû_qaremana_cîhanê
Tîma Fûtsala Nebîserên bin 21 salî ya Îranê bi serkeftina xwe li hemberî Qezaqistana mazûvan bo cara duyem bû qaremana cîhanê.
(last modified 2024-06-10T13:30:13+00:00 )
Hezîran 10, 2024 15:51 Asia/Tehran
  • Tîma Fûtsala Nebîseran a Îranê bû qaremana cîhanê

Tîma Fûtsala Nebîserên bin 21 salî ya Îranê bi serkeftina xwe li hemberî Qezaqistana mazûvan bo cara duyem bû qaremana cîhanê.

Tîma Fûtsala Nebîseran a Îranê di pêşbirka dawiyê ya dora duyem a Pêşbirkên Qaremaniya bin 21 salî ya cîhanê di sala 2024an çû pêşberî Qezaqistana mazûvan û bi encama 7-4 hevrika xwe têk da û bo cara diduyan qaremaniya cîhanê bi dest xist.

Tîma Îranê di qonaxa komî da ji tîmên Taylend, Brezîl, Komara Azerbaycanê û Uzbekistanê bir û di nîvfînalê da jî li hemberî Omanê bi ser ket.