Nîsan 13, 2023 18:27 Asia/Tehran
  • Tîmeke îranî di rêza 4 tîmên serkevtî yên Sûperlîga Beskitbola Rojavaya Asyayê da cî girt

Tîma Beskitbolê ya Zob-Ahen’a Isfehanê li tîma Nift’a Iraqê bir û derbasî rêza 4 tîmên serkevtî yên Sûperlîga Beskitbola Rojavaya Asyayê bû.

Tîma Beskitbolê ya Zob-Ahen’a Isfehanê di pêşbirka sisêyan a Play Off’ê da 2- 1 li tîma Nift’a Iraqê bir û derbasî qonaxa 4 tîmên serkevtî yên Sûperlîga Beskitbola Rojavaya Asyayê bû.

Pêşbirka di navbera tîma Zob-Ahen’a Isfehanê û Nift’a Iraqê li Komavahîya Werzişê ya Aazadîyê li Têhranê hat lidarxistin.

Tîma Zob-Ahen’a Isfehanê yê di pêşbirka bê da derkeve pêşberî tîma Şaredarîya Gurganê ya ji bakurê Îranê.

Pêşbirkên yekem û duyem ên tîmên Îranê di Sûperlîga Beskitbola Rojavaya Asyayê da yê di 19 û 27ê Nîsanê da li salona beskitbolê ya Komavahîya Werzişê ya Azadî ya Têhranê bên lidarxistin.

 

Serepeyv